Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Milîsên Esed li roja yekşemê (15 çilê paşîn) kuştarek li dijî xelkên gundê Dêrqanûn li navçeya Wadî Bereda ya dorpêçkirî pêkanîn, û têde 15 kes şehîd ketin û bi dehan ji xelkê gund birîndar bûn.
Kuştar hat pêkanîn piştî ku komeka xelkê gund bi tankeka hêzên Esed hat armanckirin, paşî xelkê gund revîn bo cihekî hêmin , bi hewla xwe ji mûşek û bermîlên teqîner yên rijêma stemkar û milîsên terorîst yên hevalbendên wê bikartînin di çarçoveya hilmeta guhertina demografîk ya navçeyê de rizgar bikin.
Hevbendiya Niştimanî vê tawanê şermezar dike û herwiha tekez dike ku pêwîst e aliyên gerantîkar ên agirbestê bi erkê xwe rabin li hember her binpêkirineka li ser rêkeftinê dibe, tevî terorkirina serokê şanda danustandinan, yê ji aliyê xelkê dorpêçikirî li Wadî Bereda, ceneralê xanenişîn, Ehmed Elxediban, bi destê milîsên hizibulah. Û tê zanîn ku nekêmtir ji 350 binpêkirinan di heyamê 15 rojan de her ji roja destpêkirina agirbestê û heta niha hatine belgekirin.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku kar ji bo rawestandina êrîşên Rijêmê û yên milîsên Îranê yên terorîst bike, û her weha eawestandina binpêkirinên berdewam yên ji aliyê wan dibin li ser biryarên navdewletî, û herwiha yên li ser rêkeftina agirbesta dawiyê. û agirbestê biparêze bi rêka bikaranîna fişarên rasteqîn, ji bo bibe fakter bo pêkanîna çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv 1 û biryarên encûmena asayîşê yên pêwendîdar.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
16 çilê paşîn 2017