Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana terorîstî ya li Stembolê li roja yekşemê (13 tebaxê) ku têde polîsek Tirk li ser destê terorîstekî ser bi rêxistina “DAIŞ” ya terrorist ve hatibû kuştin şermezar dike.
Hevbendî sersaxî û behîdariyên xwe pêşkêş dike ji bo malbata wî polîsî û gel û dewleta Tirkiyê re ya herdem û hêjî li tenişt gelê Sûriyê û şoreşa wî li dijî stemkariyê û sercem şêweyên terorê radiwest e.
Hevbendî bizavên xwe yên dijî berdewamiya terorê dupat dike, û carek din destxweşiyê û supasiya sercem hewlên jinavbirina terorê û çavkaniyên wê dike, û di pêşiyê de hewlên ji bo têkbirina desthilata Esed û milîsên terorîst yên Îranê yên hevalbendên Rijêmê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
15 tebax 2017