Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî hilmeta êrîşên pêrewkirî yên li roja (30’ê cehzeranê) di derheqa kampên penaber û koçberên Sûrî li navçeya E’rsal li Libnanê şermezar dike, ku têde hejmarek ji penaberan hatin şehîdkirin û bi sedan wek giraw ji aliyê artêşa Libnanê û milîsên Hizibulaha terorîst hatine girtin.
Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya parastina penaberên Sûrî li Libnanê têxe li ser milê hikûmeta Libnanê, û hevdem tekeziyê li ser giringiya dadgehkirin û sizakirina berpirsên van tawan û binpêkirinan dike, û di nav de hewlên dibin ji bo koçberkirina wan bi neçarî bo navçeyên din, yan ji bo vegerandina wan bo navçeyên di destê Rijêmê û milîsên terorîst yên alîgirên wê de.
Hevbendî daxwaza dabînkirina parastina pêwîst ji bo penaberên Sûrî ligor yasa navdewletî heta vegera wan li welat ji hikûmeta Libnanê dike, û herwiha daxwaza rawestandina bikaranîna terorkirina şermezarkirî li dijî penaberan dike, ya bi bihaneya gihandina ziyanan bo sivîlên bêguneh dibe, û rawestandina girtin û desteserkirina kirêt ya bê hîç rêzgirtinek li pirsên mirovî û yasayî dibe, û li hember rewşa xirab ya penaberên Sûriyê li Libnanê û bi taybetî rewşa niha li navçeya E’rsal, û Hevbendî kar ji bo pêwendiyan ligel komkara Erebî û NY di vê derbarê de bike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30 cehzeran 2017