Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê mirina hunermenda Sûrî ya serhildêr Mey Skaf radigehîne.
Ji sirgûniya bi zorê û dûr ji kolanên Şamê, yên li wan beşdarî di xwenîşandanên aştiyane de dikir, îro roja duşemê (23 tîrmeh), em xemgîn in bi nûçeya mirina hunermend Mey, piştî nexweşiyeyeke giran.
Mey, ticarî di helwestên xwe de dudilî nedikir, û herdem li tenişta gelê xwe bû. Dema şoreşê destpê kir, bê dudilî tevlî refên wê bû, û her ji rojên pêşiyê dengê şoreşê bû, û tevlî bizava azadîxwaziya Sûriyê bû, û ji bo rakirina dorpêça li ser bajar û gundan û serbestberdana kur û keçên binçavkirî.
Hevbendiya Niştimanî, sersaxiyê ji malbata Mey û hevalên wê û hemû gelê Sûriyayê re pêkêş dike, û tekez dike ku hêviya ku her dem Mey bawerî pê tanî, dê berdewam bimîne ronahiya riya hemû welatiyên Sûriyê yên azadîxwaz.
Dilovanî ji hunermend Mey Skaf re, û serkeftin ji şoreşa azadî û rûmetê re.
Bijî Sûriya û gelê wê, bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
23 tîrmeh 2018