Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nûçeya mirina endezyar Mazin Elese’d dide gelê Sûriyê û xelkê parêzgeha Hema azad, û radigehîne ku ew gihişt karwanê şehîdên şoreşê bi sedema êrîşên hovane yên firokên dagîrkariya Rûsiya berî deh rojan li ser bajarê Atarib li rojavayê Helebê.
Endezyar Mazin Elese’d, rêveberê cêbicêkirinê yê encûmena parêzgeha Hemayê û rêveberê jêrxana bingehîn, ligel nekêmî 80 sivîlan gihişt karwanê şehîdan yên li roja 13’ê çiriya paşiyê bi sedema êrîşên firokên Rûsiya dagîrker li ser şeqama bazarganiyê li nîva bajarê Atarib. hatin şehîdkirin
Elese’d heta duhî roja çarşemê di nav windabûyan de bû, û tîmên bergiriya sivîl piştî derbasbûna neh rojan li ser komkujiyê, karîn termê wî ji bin wêraniyan derxin.
Hevbendî sersaxiyê dide malbata şehîd Mazin û sercem malbatên şehîdên wê komkujiya hovane, û tekez dike ku gelê Sûriyê wê xwîna şehîdên xwe ji bîr neke , û wê berdewam be di xebata xwe de heta pêkanîna armancên şoreşa rûmet û azadiyê.
Qedir û mezinahî ji şehîdan re, serkeftin ji şoreşa gelê Sûriyê re
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
23 çiriya paşiyê 2017