Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Dîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ya tekûz ji qehremanên Artêşa Sûrî ya azad re tekez dike, û xweragiriya wan li dijî êrîşên rêjîma Esed û dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî yên tirorist bilind dinirxîne, û tekez dike ko bêguman rizgarkirina hemû xaka Sûriyê dê pêk were.
Şoreşgerên Der’a careke din û ji ber bi hev re yekdest in û bi pirinsîbên Şoreşê û hêviyên miletê Sûrî pabend in, ew dê karibin tiroristiya Esed û dagîrkerên Îranî û Rûsî têk bişikînin.
Ev pêşvebirinên dawî yên li Der’a çêbûn, piştî gelek caran binpêkirinên peymana agirbestê, ji aliyê hêzên Esed û milîtanên Îranî yên tirorist û her weha ji hêla Rûsya ya piştgiriya tiroristiyê dike û sîwana siyasî jêre payda dike, û erêkên xwe wek dabînker ji agirbestê re ya ko li Enqerê 29.12.2016ê imze kiriye mandel dike bûn.
Serkeftina li taxa Elmenşiyê li Der’a û herêmine din pêkhat, diyar dike ko hemû hewildanên lîstikên dijî viyana miletê Sûrî dê têk biçin. Û çarenivîsa me ne li Rûsya û Îranê tê danîn, lê belê li Sûriyê û li ser xaka wê û bi destê zaroyên wê.
Û erkê civaka navdewletî ye ko yekser bi perpirsiyariyên xwe rabe û bi lez pêrabûnên ko jiyana sivîlan biparêzin li gora rewaya navdewletî bikin, û nehêlin tawankariyên cengê bibin di derheqê milet de li ser destê rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin, û gerek çareseriyeke siyasî ya daddar feriz bike û şerê hêzên tiroristî bi hemû coreyên wê ve û ya pêşî rêjîma Beşar û milîtanên mezhebî bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
09.04.2017