Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, Rûsiya berpirsyar dibîne di ber her zêdegaviyeke şer dijî navçeya başûrê Sûriyê, her weha rêjîm jî berpirsyar e, tevlî ku ew bitenê maye çarçovek ji bo dagîrkariya Îranê û milîsên wê yên bi navên cuda cuda.
Ne dagîrkariya Rûsiya û nejî dagîrkariya Îranê nikarin vîna gelê Sûriyê û têkoşîna wî ya berdewam li dijî stem û dagîrkariyê bişikênin, û xelkê Sûriyê dûr yan nêzîk wê bigihên armancên xwe.
Hevbendî cext li ser giringiya piştgiriya dezgehên gelê Sûrî dike, û bi taybetî piştgiriya hikûmeta demkî û artêşa azad ji bo bikaribin bi pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo sivîlan rabin û bi taybetî pêşkêşkirina xizmetgozariyên saxlemiyê û xwendinê û dabînkirina ewlehiyê.
Ji dewletên zilhêz û dostên gelê Sûriyê û dewletên çavdêrên çareseriya siyasî tê xwestin ku bi erkên xwe rabin derbarê gelê Sûriyê, û kar bikin ji bo vegerandina pêvajoya siyasî li ser riya wê ya durist û rawestandina kuştin û tawanan û serbestberdana girtiyan û pêkanîna veguhestina siyasî ligor biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêv1.
Dilovanî ji şehîdan re û saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha ragihandinê
31 gulan 2018