Daxuyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî şehîdbûna qeremanê şoreşger Ebdilbasit Elsarût yê ko li aniya şer bo paşxistina dijminkariya li ser Hemayê radigehîne.
Elsarût ji şoreşgerên pêşîn bû yên şoreşa aştiyê yên ko li meydanên xwepêşindan û mangirtinan de xweragir bûn, ji Humsa paytexta şoreşê ye, ji yên ko bi hemû hêza xwe berevanî dikir û sirûdbêjê şoreşê bû. Gelek caran peyketina wî dibû û ji hêla rêjîmê ve amanckirî bû, evro şehîd ket û tevlî karwanê şehîdên rûmetê bû.
Bi berdewamiya rêka azadiyê me gelek simbolên şoreşa xwe winda kirine… diçin lê em her sûr in, her şehîdekî û her girtiyekî û her birîndarekî û çi xwîna ko dirije û her qurbaniyek bo azadiya Sûriyê; me bêtir bihêz û sûr dike ko em berdewam bimînin, û sûrbûna me li ser tekoşînê bêtir dibe.
Di nameya cangorîbûnê de em amanca şoreşê ya bingehîn bibîr tînin, ya ko şehîdê qehreman ji bo wê tekoşîn kir, û digel wî hemû pakrewanên şoreşa hêja ya bi amanca azadî û dadwerî û wekheviyê.
Evro em yek ji rastirîn simbolên şoreşê binax dikin, rawestana wî ligel şoreşê neguhêr bû ew dê bimîne nimûneyek ji mirovên Sûrî yên azad ên dilêrên şoreşê re.
Miletê Sûrî aştiyane û çekdar xebat kir.
Em sersaxiyê ji malbat û hevalên şehîd û xelkên bajarê Humsê re dixwazin.
xwedê Sarût ê qehreman bi dilovaniya xwe şad bike.
Serkeftin bo şoreşê .
Bijî Sûriya azad.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikbewriya Sûriyê
Ofêsa Medya û Ragehandinê
08.06.2019