Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana armanckirina wezîrê saxlemiya hikûmeta Sûriyê ya demkî Dr. Mihemed Firas Elcindî ku têde şifêrê wî “Husam Elmendîl” şehîd ket û wezîr birîndar bû ji encamê bombebarankirina bajarê Mi’retelni’man li gundewarê Idlibê ji aliyê firokên şer şermezar dike.
Ev tawan hat pêkanîn di çarçovê oparesyoneke zêdegavî ya berdewam de ji aliyê hêzên Rijêmê û dagîrkariya Rûsiya û milîsên Îranê li ser Idlibê û Xûta rojhilat ku têde bi dehan kes hatine şehîdkirin û birîndar bûne û bi hezaran hatine koçbarkirin, û vê carê cihê rûniştina wezîr û pasvanê wî li dema bi karê xwe radibû armanc kirin.
Em behiya malbata şehîd Husam Elmedil û sercem malbatên hezkerên xwe jidest dayîn li ser destê Rijêmê û hevalbendê wê dikin, û hêviya saxiyê bi awayekî bilez ji wezîrê re dikin û hêvî dikin ku bilez vegere li ser karê xwe û xizmeta xelkê xwe bike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
11 çilê paşî 2018