Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawan û binpêkirinên milîsên Hosiyan derheqê xelkên sivîl ên Yemenê, û êrîşên wan li dijî Erebistana Si’ûdî û nemaze tawana bombebarankirina Riyaza paytext bi mûşekeke palîstî şermezar dike.
Berpirsyariya rijêma Îranê eşkere ye di ber van êrîş tewanan de, her weha piştgiriya girûpên terrorist û belavkirina raman û êdolojiya tundrewiyê û peydekirina ajewageriyê û çêkirina şer û qeyranên zêdetir, tevlî piştgiriya stem û tepeseriyê û dijberiya daxwazên miletan û mafên wan yên ji bo azadî û dadperweriyê.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji Erebistana Si’ûdî re nîşan dide, li hember hewlên Îranê û bask û pencên wê yên terorîst li navçeyê, û bi taybetî li dijî milîsên Hosiyan û Hizbulah, û hevdem destxweşiyê li xwerageriya Si’ûdiyê dike li hember rêbaza Îranê ya bobilatî li ser rêbaza dijminatiya gel û dewletên navçeyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
06 çiriya paşiyê 2017