Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Nişgimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekeziyê dike li ser şermezarî û redkirina xwe ji tawanên rejîma Îranê re yên dijî gelê Îranê yê daxwaza mafên xwe dike û ji bo azadiya xwe têdikoşe, û bi taybetî êrîşa li ser navendên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKI) û (PDK) li Herêma Kurdistana Iraqê, ku bûye sedema şehîdketin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl û penaber, her weha kiryarên bidarvekirina çalakvanên aştiyane.
Ev êrîş dikevin di çarçova siyaseta belavkirina terorê de, ya ji aliyê rejîma Îranê li dijî miletên herêmê dibe, tevlî dijminahiya wê ji pêkhatên gelên îranî re, bi belavkirina tirs û teror û ajawegeriyê, ji bo tepeserkirina xelkê azadîxwaz û jinavbirina dijberên xwe, da berdewam bimîne li ser desthilatdariya welat û dizîna saman û aboriya wî.
Hevbendiya Niştimanî careke din hişyariyê ji polîtîkayên rejîma Îranê dide, yên herêmê ber bi bobelatan dibin, û Hevbendî tekeziyê li ser pêwîstiya gemkirina rejîma Îranê bi biryar û gavên rêk û pêk dike, bi armanca rizgarkirina herêmê û gelên îranî, ji Kurd, Ereb, Belûç û Azeriyan û dabînkirina mafên wan yên kulturî, destûrî û mirovî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Peywendî û Ragihandinê
12 îlon 2018