Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Dagîrkerên Rûsî û hêzên rêjîmê di tawankariyên xwe de li ser xaka Sûriyê berdewam in, û roja sêşembê 30 heyva çilê paşî û rojên berî wê nimûneyine ji tawankariyên bêhempa bûn li gundewarê Idlib û Şamê û herêmin din li Sûriyê.
Û kuştina berdewam digel her êrîş û bombebaranê ye, gelek wêranî û bêserûberî û derbiderî û koçkirin heye, û roj bi roj ji cîhanê re diyar dibe ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûs û Îranî ji kuştin û tawankariyan pêve nizanin, û çi tevgera li ser asta siyasî tenê dengpêxistinek ragehandinî ye ji bo wendakirina demê .
Û Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ji gûrbûna şerê Rûsya di rojên dahatî de, çimkî pirojeyê ko Rûsya jê re plan kiribû tako li ser miletê Sûrî li Sotşî feriz bike têk çû.
Ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî tête xwestin ko van komkujiyan û yên pê radibin pirotesto bike. û bi hemû şêweyan peyketina wan bike, û kar ji bo parastina sivîlan bike, û çareseriyeke dadwer ko hêviyên milet li gora biryarên navdewletî pêk bîne feriz bike.
Piraniya tawankariyên rojên borî li herêmên gundewarê Idlibê pêk hatine, û di encamê de roja duşemê 15 kes li bazara şînkayî li Erîha şehîd ketine, û bi dehan sivîl birîndar bûne û hemû jî yên derbider in, her weha berî du rojan firokan bajarê Seraqib amanc kiriye û di encamê de ne kêmî 16 kesan careke din li bazara wê şehîd ketin û bi dehan sivîl birîndar bûne.
Ev tawankarî eşkere dikin ku Rûsiya bi hemî karînên xwe bi piştgiriya rêjîmê û milîtanên wê ve mijûl e, di riya têgihiştineke şaş ji çareseriya siyasî re, û riftarên wê berovajî lihevkirinên kêmkirina şer û ragihandina agirbestan û rawestandina bombebaranê ne.
Dagîrker ji berpirsiyariyên xwe beraber tawankariyên cengê yên li Sûriyê dikin rizgar nabin, û dê peyketin û lêpirsîna wan bibe li ser hemû tawankariyên derheqê miletê Sûrî de kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
31.01.2018