Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê teqîna terorîstî li dijî girûpeke gerok ya ewlekariyê li bajarê Fihîs li Urdinê şermezar dike, û sersaxiya malbatên qurbaniyan û birîndaran dike.
Ev tawan tê bi armanca belavkirina gêrê û ajawegeriyê, ku ew bi xwe hewldaneke bêhêvî bû bo lawazkirina ewlekariya Urdinê, ku hikûmeta Urdinê hevdem kar ji bo bihêzkirina ewlekariya xwe dike, herwiha ev tawan tê di çarçoveya polîtîkên cûrbecûr de yên ji aliyê sponsorên kuştin û wêrankirina herêmê dibin, ku carinan terorîzmê bikar tînin û carinan kuştaran.
Hevbendiya Niştîmanî baweriya xwe bi Urdinê li hemberî vê gefê dûpat dike, û di heman demê de piştgîrîya xwe bo têkoşîna li dijî terorîzmê û baykotkirina sponsor piştgirên wê yên darayî dike , di nav de û di serê wan de rijêma Esed û Hizbullah û milîsên Îranê yên terorîst û pasdarên wê, û herwiha destxweşiyê li piştgiriya Urdinê dike ya dide koçberên sûrî yên ji dojeh û teror û kuştina bi destê rejîma Esed û hevalbendên wê reviyane.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Peywendî û Ragihandinê
12 tebax 2018