Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, teqîna terorîstî ya di nîva sivîlên bajarê Ezazê li gundewarê Helebê hatî encamdan û nêzîk 60 şehîd û 150 birîndarî têde ketine, tevî ku hêjê bi dehan sivîl asê di bin kavil û wêraniyên teqînê de mane şermezar dike.
Hevbendî tekez dike ku encanderên vê kiryara çepel a li dijî sivîlan û navend û dezgehên bajarvaniyê yên taybet bi xizmeta xelkê, nagihêjin armanca xwe, û herwiha wê nikaribe tekoşîna xelkê Sûriyê li dijî terora tarî ya girêdayî bi pilanên rijêma tawankar ve rawestîne, û wê xelkê Sûriyê berdewam bin di tekoşîna xwe de li dijî terorîstî û zordarî û dagîrkariyê.
Ev tawan dikeve di çarçoveya êrîşên berdewam de yên ji aliyê terora Rijêmê û terora DAIŞê û terora dagîrkariya Îranê û milîsên palpiştên wê dibin, ên li dijî şoreşa Sûriyê û armancên wê û hewlên bêwestan ên ji bo kar û erkên avakirina welat.
Di dema ku Hevbendî daxwaza hevgirtin û amadebaşiyê ji sercem hêzên leşkerî û asayîşê dike ji bo standina rêşûnên pêwîst bo nehêlana dubarekirina van tawanan, di heman demê de tekez dike ku rijêma Esed ew bi xwe çavkaniya terorê ye û rûyê wê yê duwem e, û wê teror berdewam be û wê belavtir bibe heger civaka navdewletî biryarên vebir nestîne ji bo nehêlana vê jêderê.
Rehmet li şehîdan be, Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
07 Çilê Paşîn 2017