Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşa terorîstî ya li ser alaveke veguhestina leşkerên artêşa Tirkiyê li wîlayeta “Batmanê” ya li rojhilatê Tirkiyê ( roja pêncşem 4 cotmehê/October) şermezar dike.
Hevbendî piştgiriya xwe ji Komara Tirkiyeyê re li hemberî hemî terzên terorê dupat dike, û dubare helwesta xwe ya xurt û neguhêr derbarê vê yekê piştrast dike, û cext dike li ser pêwîstiya yekkirina bizavên navnetewî yên ji bo peyketina terorîstan û sponsorên wan, û xebata ji bo jinavbirina çavkaniyên terorê û dewlet û aliyên piştevanên wê.
Hevbendiya niştimanî sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan dixwaze û hêviya başbûneke zû ji birîndaran re dike, û hevdem li bîr têne ku terorîzma li dijî miletên navçeyê yek terorîzm e, û em hemû bacê bêkariya civaka navdewletî didin, ku nikare bi cidî li hemberî serkar û sponsorên wê raweste, û di serê wan de rejîma Esad û rejîma Îranê.
Dilovaniya xwedê li şehîdan be,
Û başî û silametî ji birîndaran re,
Û azadî ji kesên binçavkirî re,
Bijî Sûriya û xelkê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
5 cotmeh 2018