Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behiya xebatkara Sûrî Dr. U’rûba Berekat û keça wê Hela ya rojnamevan dike.
ku destê terorê û stemkariyê ew yekem gomanlêkiriye di vê tawana terorkirina hovane de, û em bi hêvî ne ku lêkolînên tên encamdan ji aliyê dezgehên Tirkiyê yên taybetmend bigehêjin wirdekariyên vê tawanê.
ku şehîda U’rûba Berekat, şoreşger û rikaberek bû, xudan helwestên bi rûmet bû, û bi çalakî beşdar dibû di piştgiriya şoreşa Sûriyê de û pabend bû bi armancên wê, û ku wê kartêkirina wê piştî mirina wê heta bi demkî dirêj wê bimîne, herwiha ku keça wê şehîda Hela roleke xwe bi rêka karê rojnamevanî hebû di piştgiriya şoreşê de û aşkerekirina tawanên rijêmê.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên germ pêkêş dike bo malbata herdu şehîdan û heval û hogirên wan û ciwan û xebatkarên şoreşê û tekez dike ku peyama hemû şehîdan û wesêtnameyên wan yên bi xwîna wan hatine nivîsandin yên di nav destê me de wê bicih bibin, û serkeftina şoreşê bi destûra xudê ya nêzîk bûye.
Şikodarî ji şehîdan re û azadî bo Sûriya û gelê wê yê bi rûmet
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
22 êlûn 2017