Monday, 17 April 2017 19:41

Hevbendiya Niştimanî Bi Helkefta Roja Serxwebûnê Pîrozbahiya Gelê Sûriyê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiyê li gelê Sûriyê dike bi helkefta bîranîna salvegea serxwebûnê û derketina dawîtirîn serbazê Firinsa dagîrkar ji axa welat, piştî xebetek cemawerî û siyasî ya dirêj.

Ev bîranîn derbas dibe, hevdem ku xelkê Sûriyê dirêjahiyê didin xebata xwe li hember rûbirûbûnên zehmet û metirsîdar, tevî ku 17'ê nîsana 1946an guhrînek bû di dîroka welatê me de, ku şoreşgerên Sûriyê karîn azadiyê û serxwebûna welat bidest bînin û bo binyat bo avakirina Sûriya nû, lê hêjî erkên mezin tên xwestin ji bo ku xelkê Sûriyê xewna xwe bi bidestxistina azadî û rûmet û dadperweriyê pêk bînin.

Gelê Sûriyê bi kar û biryar, û bi riya rijdiya xwe li ser armancên xwe yên rewa, berdewam e gav bi gav ji bo bidestanîna serkeftin û azadiyê û bidawîkirina zordestiya rijêma Esed û hêzên dagîrkar û terorîst yên palpiştên Rijêmê.

Dilovanî ji şehîdan re

Saxî ji birîndaran re

Azadî ji girtiyan re

Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

17 nîsana 2017

Home Agahî Hevbendiya Niştimanî Bi Helkefta Roja Serxwebûnê Pîrozbahiya Gelê Sûriyê Dike