Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiyê li gelê Sûriyê dike bi helkefta bîranîna salvegea serxwebûnê û derketina dawîtirîn serbazê Firinsa dagîrkar ji axa welat, piştî xebetek cemawerî û siyasî ya dirêj.
Ev bîranîn derbas dibe, hevdem ku xelkê Sûriyê dirêjahiyê didin xebata xwe li hember rûbirûbûnên zehmet û metirsîdar, tevî ku 17’ê nîsana 1946an guhrînek bû di dîroka welatê me de, ku şoreşgerên Sûriyê karîn azadiyê û serxwebûna welat bidest bînin û bo binyat bo avakirina Sûriya nû, lê hêjî erkên mezin tên xwestin ji bo ku xelkê Sûriyê xewna xwe bi bidestxistina azadî û rûmet û dadperweriyê pêk bînin.
Gelê Sûriyê bi kar û biryar, û bi riya rijdiya xwe li ser armancên xwe yên rewa, berdewam e gav bi gav ji bo bidestanîna serkeftin û azadiyê û bidawîkirina zordestiya rijêma Esed û hêzên dagîrkar û terorîst yên palpiştên Rijêmê.
Dilovanî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
17 nîsana 2017