Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko êrîşa kîmawî ya ko firokên rêjîma Beşar yên cengê sibeha sêşembê (4 nîsanê) pêk anîne kirdeyeke tiroristî ye, û şert û mercên biryarên Encûmena Ewlekariyê yên hejmar: 2170, 2178(2014) û 2199 (2015) têde peyda dibin, û ew binpêkirine ji biryarên Encûmena Ewlekariyê re yên: 2209, 2235 û 2254 û daxuyaniya Cinêva 1.
Hevbendî daxwaz dike ko Encûmena Ewlekariyê biryarekê li gora benda heftan ji peymana netewên yekbûyî derxe ko tawankariyên rêjîma Beşar û gefên wî li ser jiyana miletê Sûrî û ewlekariya cîhanî bidawî bike, û radestkirin û sizakirina berpirsiyarên ko ferman dane û yên cîbicîkirine û yên piştgiriya wan di vê tawankariyê û yên wek wê de kirine dabîn bike.
Û Hevbendî daxwaz dike ko divê biryar yekser firandina firokên rêjîmê bi tekûzî li tevaya Sûriyê qedexe bike, û dosya binpêkirinan û tawankariyên tiroristî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bête şandin digel tewankariyên berê, û divê kujerên ko tawankarî pêk anîne û yên piştgiriya wan kirine bêne radestkirin bo dadweriya navdewletî û rêjîmê ji hemû çekên giran û qedexe destevala bikin û dana çekan jêre qedexe bikin.
Hevbendî tekeziya xwe dîsa dubare dike ko çi derengmayîn di derxistina vê biryarê de, tê wateya berdewamiya amanckirina sivîlan, û tê dîtin wek veşartina tawankariyan ta digihê asta berpirsiyariyê di ber pêkanîna wan de jî, û got ku misogerkirina veguhastina siyasî li Sûriyê li gora lêvegerên navdewletî di zûtirîn dem de, rawestandina wan tawankariyan û derxistina rêkxistinên tirorist û hêzên dagîrker ji hemû xaka Sûriyê dabîn dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
05.04.2017