Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê rêz û sipasiya xwe nîşan dide li hember bizavên dibin ji bo gihiştina rêkeftineka agirbestê ya giştgîr, ku têde sercem kar û kiryarên leşkerî li seranserê qada Sûriyê bêne rawestandin, nemaze destxweşiyê li hewlên Tirkiyê dike, û ji hemû aliyan daxwaza serxistin û pêgiriya bi birgên wê dike, ji bo têkşikandina hewlên Îranê û milîsên wê yên hewla dirêjkirin û gurkirina agirê tundutîjiyê dikin.
Hevbendî tekez dike ku artêşa azad wê pabend be bi rêkeftina agirbestê, hevdem ku ewê bersivê bide hember her binpêkirinek bibe ji aliyê milîsên Îranê û yên Bişar, wek heman binpêkirinên berê.
Ku agirbest, bi xwe birgek serekî ye ji birgên biryara 2254 ya encûmena asayîşa navdewletî ya li sala 2015, û dibe binyat ji bo peydakirina seqayeke guncayî ji bo serxistina piroseya diyalogê, li kêlek rawestandina kiryarên koçbarkirina neçarî û gihandina alîkariyên mirovî bi çavdêriya NY ji navçeyên dorpêçkirî re, tevî herdu Xûtayan, rojhilat û rojava, û Medeya û wadî Bereda li gundewarê Şamê û taxa Elwe’r li Himusê û li sercem navçeyên din.
Rehmet li şehîdan be, û saxî ji birîndaran re,
û azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
29 çileyê pêşîn 2016