Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi tundî êrîşa hovane ya dagîrkariya Rûsiya û rijêma Esed li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê û armanckirina sivîlan û taxên nişteciyan şermezar dike.
Yekşemê Êvarî (4’ê reşemehê), zêdetir ji 40 êrîşan ji aliyê firokên Rûsiya li ser bajar û bajarokên gundewarê Iblibê; Mi’ret elin’man û kefernibil û Morik û Me’rdebisê û Elxediqê û Elih û Tehtaya û Me’seran û Cercinaz û Xanşîxon û keferzêta û Um Elxalxîl û Seraqib hatin pêkanîn, tevî binpêkirinên berdewam ji biryarên navdewletî re bi rêka bombebarankirina çend navçeyên bajarê Seraqib bi gaza kilorê ji aliyê firokên rijêmê careke din.
Bi berdewamiya êrîşên esmanî bi dehên şehîd û birîndaran dikevin, hevdem ku tîmên hawarhatin û çareserkirina pizîşkî û bergiriya sivîl li ser qadê û tevlî hemû zehmetiyan bi erkê xwe yê mirovî li navçeyên armanckirî radibin.
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî, daxwaza liveke bilez û standina biryareke rasterast ji bo pirotestokirina tawanên Rûsiya yên lidijî gelê Sûriyê ji konseya ewlekariyê dike, û daxwaza sepandina rêşûnên misoger ji bo rawestandina tawanên şer û qirkirinê yên ji aliyê Rûsiya dibin, tevlî piştgiriya wê ya bo rijêma Esed ya bi pêkanîna tawanên şer û dijemirov bi bikaranîna çekên kêmyayî radibe, û daxwaza misogerkirina dadgehkirina tawanbarên Rûsî û tawanbarên Rijêmê û milîsên wê û her aliyekî tawanbar dike.
Civaka navdewletî daxwaza pirotestokirina vê oparesyona hovane kiriye, û kar li ser hemû astan bibe ji bo rawestandina wê û parastina sivîlên Idlibê û Xûta Şamê û tevaya sivîlên Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
4 reşemeh 2018