Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Ji dawiya heyva sibatê û destpêka heyva avdarê de, hijmarek mezin ji Sûriyan hewil dane ku di riya Yûnanistnê re bighêjin Oropa, lê em derbarê karvedanên desthilata Yûnanî dijî penaberan matmayî man, û agahî li cem me hene ku penaberên Sûrî û bi taybet Jin û Zarok rastî lêdanê hatine, ji ber wê me ji nivîsgeha Parêzeriyê ya Dadweriya Navdewletî “Cîrnîka 37” ya ku baregeha wê li Londinê ye, ku gilînameyeke ya fermî ji Netewên Yekbûyî re rêkin, û têkiliyan derbarê vê mijarê bi desteyên Yekîtîya Oropa û Encumana Oripî ya mafê mirovan re bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, peywendî dabîn kir di navbera “Cîrnîka 37” û hin kesên ku li Yûnanistanê rastî binpêkirinan hatibûn, bi taybet yê rastî tundiyê hatibûn û yên ku samanên wan hatibûn desteserkirin. Û ji aliyê xwe ve “Cîrnîka 37” têkilî bi wan kesan re girêdan, û li cîrokên binpêkirinên di derheqê wan de hatibûn encamdan guhdar kir .
Em doze li Yûninstanê û Yekîtîya Oropa û Netewên Yekbûyî dikin ku kesê berpirs di ber van bipêkirinan de siza bikin, û penaberan qerabo bikin, û bi şêweyekî taybet dozê li Yûninstanê dikin da ev kiryar dûbare nebin.
Tê zanîn ku “Cîrnîka 37” dezgeheke pispore di warê dadgehkirina li ser asta navdewletî , ji wan kesên tewanên dijî mafên mirovan kirine, li gor pîvanên navdewletî û dadgehên niştimanî, û ew ji hijmarek parêzerên Oropî û Emerîkî yên xwedan ezmûnek dirêj di warê berpirsiyariya yasayî ya Navdewletî de pêktê.
Di heman mijarê de em tînin bîra dewletên guhdar bi rewşa Sûrî , ku tu aramî li Sûrî cih nagire eger çareseriyeke siyasî ya giştî li gor biryara Navdewletî 2254 peyda nebe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
07 gulan 2020