Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi navê miletê Sûriyê û bi helkefta roja cîhaniya jinê, rêz û pêzanîn xwe dişîne ji jina Sûrî re, hevdem rêz û şanaziyê bi rola sereke ya jina Sûrî dike û amaje bi zehmetiyên mezin yên dayik û keçan di mîjo û kawdanên Sûriyê de, di serdemên şer û aştiyê de û di rojên şoreşê û yên berê de.
Jina Sûrî bingehekî sereke ye di civaka Sûrî de, û wê riya ferehiyê bi behremendî û aqilmendiya xwe weku hercar bibîne, wê karibe wêneyê xwe yê rasteqîn rast bike, tevlî piransîpên maf û azadî û dadperweriyê, û herwiha wê beşdar bibe di avakirina paşerojeke hêjayê mirovatiyê.
Ku jina Sûrî ya hêjaye bo amajepêkirin û siyanet û rêzgirtinê ji ber rola wê di şoreşê û di xwenîşandan û karwanê azadiyê de, hevdem ku her ji adara 2011an ve, rastî kuştin û derbederî û girtin û bêseruşûnkirin û eşkece bi destê rijêma Esed hatiye, ku ev yek belgeyeke li ser giringiya kar û rola wê, û herwiha li ser têkşikestina saziyên navdewletî li hember parastina jin û sivîlên Sûriyê, û bêkariya wê li hember berpirsyaretiyên parastina ewlehî û aştiyê û parastina giyanê mirovan.
Ligor amarên hatîn di raportên Tora Sûrî ya mafên mirov di navbera adara 2011’an heta adara 2018’an de, kuştina nekêmtir ji 21600 jinî hatiye belgekirin ku nîvekê van kuştiyan keç bûn, û hêjî nekêmtir ji 8113 jin di girtîgehên Rijêmê de hene û di nav wan de hin zarok jî, û herwiha ji aliyê tora navhatî kuştina 43 jinan di bin eşkecê de hatiye dîkomînt kirin, û herwiha raportê bal kişandiye li ser bikaranîna destdirêjiya siksî li dijî jinan wek çekê şer ji aliyê hêzên Rijêmê û nekêmtir ji 7699 doseyên destdirêjiya siksî hatine belgekirin, ku hin wan li dijî keçên kêmtir ji 18 salî hatine û bûne encamê xemgîn û şûnwarên derûnî yên tal.
Bêgoman ku amarên rasteqîn ji van hejmaran zêdetirin, û beşeke gelek hindik ji kiryar û tawanên hêzên Esed û piştevanên wê li dijî xelkê Sûriyê hatine belgekirin.
Ev tawan pêdiviye bêne belgekirin û rawestandin û pêdiviye tawanbar bêne siza û dadgehkirin û rêşûnên pêwîst bêne standin ji bo dubarenebûna van bobilat û tawanan li dijî jin û sivîlên Sûriyê û yên her deverekî.
Jinên Sûriyê bi saya sebr û arazûyên serkeftinê dibin bingehekî bê alternatîv ji bo xwerageriya xelkê Sûriyê, û nirxekê zêde bê hempa heye bo her rolek û karekî wê ku tikes nikarê qerebo bike.
Hevbendiya Niştimanî bi vê helkeftê pîrozbahiyê lê dike, û hevdem dakokiyê li ser giringiya berdewamî û kargeriya rola wê ya sereke di avakirin û rênîşandana karê şoreşgerî li ser hemû astan dike, û herwiha tekeziyê li ser misogerkirina beşdariya wê di karê siyasî û saziyên şoreş û peydakirina binyatên sereke de.
Tiştek li nik me nîne ji bilî bangewaziyek vekirî ji bo jinên Sûrî yên hêja ya ji bo tevlîbûneke zêdetir di kar û xebatê de û li ser hemû ast û biyavan, ku pêdiviye her kosp û bebestek bête şikandin li dema astengiyan çê bike li pêşiya beşdariya wan di avakirina Sûriya û paşeroja wê ya hêja û şayîste ligel pêgeha wan bi dirêjahiya dîrokê.
Hersal jinên Sûriyê bi xêr û azadî û rûmet bin
Şikodarî ji şehîdan re û saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
8 adar 2018