Daxuyaniyeke Rojamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê hişyariyê dide ji encamên kampanya dijminkariyê ya ko milîtanên Îranî û hizbulah û Beşar li dijî bajar û bajarokên herêma Wadî Bereda li gundewarê Şamê yê rojava pêktînin, daxwaz ji aliyên paymana agirbestê garantî kirine ji bo nehêlin binpêkirina peymana agirbestê bibe.
Li gora raportên tekezkirî firok û hilîkopterên rêjîmê êrîşên asmanî dane ser taxên niştecihan li bajarokên Besîma û Fîcê û bi bombe û bermîlên teqîner û mûşekan bombebaran kirin. Her weha girseyên ji milîtanên hizbulah bi hewildana têwerdana herêmê ji çend aliyan ve bikin digel ko gefan li dijî sivîlan didin bi mebesta wan koçber bikin û ji malên wan derxînin.
Ev pêşveçûn tên bi berdewamiya êrîşa leşkerî ya ko Îran û desthilata Beşar li dijî herêmê ji çend hefteyan ve dest pê kirine, ko xizmetkarî ji ser herêma 100 hezar sivîl lê dijîn birrîne, ji çend salan ve di bin dorpêçkirinê de, di heman rewşên sermaya tund û nebûna kehrebê, rêjîm siyaseta sotandina her tiştî û wêraniyeke rêbazkirî dike.
Ev êrîş binpêkirina peymana agirbestê ya dawî ye, û divê ew û komek binpêkirinên din li herêmên corbicor li gundewarê Şamê, Dera Idlib, Hema û Humsê di du rojên buhûrî de bûne ji hêla herdu aliyên çavdêr bêne çareserkirin.
Hevbendiya Niştimanî rola dezgeh û çalakiyên sivîl li herêma Wadî Berda bilind nirxand û dengê xwe tevli yên wan dike, û daxwazê ji civaka navdewletî dike ko têwerdanê bike û sivîlên dorpêçkirî ji bombebarana tawanî ya berdewam rizgar bike, û pêrabênên pêdivî bike tako wan ji bobelatekê, ya ko dê bigihê sivîlên herêmên bajarê Şamê û gundewarê wê rizgar bikin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
31.12.2016