Daxuyaniyek Rojnamevanî
Pêncşembê bişev, 16 adarê, 57 kes şehîd ketin û bêtir ji 100ê din birîndar bûne, ji encama ko firokên hevpeymana navdewletî bi serpereştiya Emerîka gundê Elcîne li gundewarê Helebê yê rojava bombebaran kir.
Hevbendiya Niştimanî tawankariya amanckirina mizgeftekê û derdora wê di dema nimêjê de pirotesto dike, û gdibêje ku giring e kesên destê wan têde heye siza bibin. Û destnîşan kir ko ew êrîş ne ji ber şaşiekê yan nezaniyekê bû, lêbelê ew kuştin bi mebesta bûye, û divê tawankarî ji hêla hemû aliyan bête pirotestokirin, û vekolînek bilez têde çêbibe û berpirs bêne sizakirin.
Tawankarî ji Sûriyan re eşkere dike bê çi qas lawazî di karê Hevpeymana Navdewletî de û rola wê de li Sûriyê heye. Hem jî tirs heye ko li gora dagîrkerên Rûsî ji bo parastina rêjîmê û piştgiriya wê dilive, û tiroristiyê û jêderên wê armanc nakin, û di lêdana miletê Sûrî de berdewam e.
Gerek cîhan zanibe, çi hewildana beraberiya tiroristiyê, rêjîmê û milîtanên hevalbendên wê neke cihê guhdanê, bêtir dihêle tiroristî belav bibe û behaneyên wê xurt bike. Rêjîma Esed jêdera tiroristiyê û sedema çêbûna wê ye û eger pêrabûnên tund ji bo zuhakirina jêderên tiroristiyê û tunekirina wê nebin, dê tiroristî her û her berdewam be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
17.03.2017