Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li ser belavbûna nûçeyekê îro (14 tebax) ji aliyê ajansa Sibotinîk ya Rûsî, derbarê daxwaznemeyekê ji hikûmeta Firinsa derbarê daxistina nûnertiya Hevbendiya Niştimanî li Parîsê, Hevbendî vê nûçeyê bi dûr ji rastiyê tekez dike, û hevdem tekez dike ku nûnertî bi karên xwe yên asayî û rojane radibe, û berdewam e di têkiliyên xwe de ligel wezareta derve û serokatiya Firinsa.
Hevbendiya Niştimanî ji dezgehên ragihandinê daxwaz dike ku bi wirdî dûvçûna nûçeyên Hevbendiyê û opozisyona Sûrî bikin, hevdem wan han dide ku xwe dûr bikin ji piropagendeyên li ser enternêtê tên belavkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê