Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê çi rêkeftina leşkerî û abûrî ya rêjîma Esed bi dagîrjkeran û yên piştgiriya tiroristiyê dikin re imze bike pirotesto dike, û tekez dike ko ew têkçûyî ye û ne rewa ye, û bi taybetî rêkeftina ko Îranê vê dawiyê ragehandiye ya ko dibêje ew rêkeftineke hevkariya leşkerî ye.
Hevbendiya niştimanî tekez dike ko ev rêkeftin miletê Sûrî amanc dike, yê ko hêj amanca bitenê ye ji rêjîma Sûrî û hevalbendên wê û milîtanên bi ser ve re, û hemû plan û piroje û hevalbendiyên rêjîmê ji bo mana wî di desthilatdariyê de ye, û têkbirina miletê Sûrî û bêparkirina wî ji mafên siyasî û mirovî.
Tev ko ev rêkeftin û bendên wê hêj nediyar in, lê dijminkariya miletê Sûrî û tawankariyên wan yên berdewam derheqê amancên milet, destnîşan dikin ku bêguman naveroka wê mteror û tawankarî ye.
Miletê Sûrî qurbaniyê yekem e ji çekên ko rêjîmê ew pêşve birine re, û di serî de çekên kîmawî û bermîlên teqîner û alavên êşkencedan û kuştinê di zindanan de, û rêkeftinên digel Îranê ji bilî pirkirina alavên tawankarî û tirsdandinê pêşkêş nekirine.
Hevbendiya Niştimanî ji dewletên kartêker yên Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe beraber rêkeftina tawankarî rabin, û bê tevger ranewestin li pêşberî piştgirî û şirîkatiya ko Rûsya û Îran ji rêjîmê re dabîn dikin, û nehêlin ko ev hevalbendî berdewam be di têkbirina çareseriyên siyasî de, û fişarên pêdivî bo cîbicîkirina biryarên encûmena ewlehiyê yên derbarê rawestandina kuştin û tawankariyan û berdana girtiyan û misogerkirina veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û ya Encûmena ewlehiyê pêk bînin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragehandinê
29.08.2018