Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî nameyeke sersaxîyê pêşkêşî hemî malbatên qurbaniyên balafira Ukraynî kir, ya ku bû armanca mûşekên Iranî, û got ku dilê me bi ser van malbatên xemgîn ve ye, yên ku rastî derdeseriyên mîna yên ku bi mîlyonan ji gelê Sûriyê dibînin hatine, tevî cudabûna herdu rewşan, û rêjîma îranî ji neçarî bi berpirsyariya hêzên xwe derbarê karesatê mukur hat, piştî dana gelek daxwiyaniyên nerast.
Sûrî û gelên herêmê hêvî dikin ku ew roj were, ya tê de Rejîma Iranî û hemû rêjîm û dewletên ku sponseriya terorê dikin yekser berpirsyariya hemû tewanên dermafê gelên herêmê kirine hilgirin.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpirsiyariyên xwe li hember tawanbaran û hemû tewanên li herêmê û cîhanê dibin hilgirin, tewankar kî be bila bibe, û bêyî dîtina sedemên ku qanûna navneteweyî bêwate dikin, û wê ji naveroka wê vala dikin, û hin tewanbar anjî terorîstan hilbijêrin û ceza bikin, û yên din daku di wêrankirin û tewanên xwe de berdewam bin bihêlin.
Gelê Iranî hêjayî rizgarbûnê ye ji bin destê rejîma ku ji çil salî de desthilatdariyê dike, ku tê de welêt bi hesin, agir, girtin û darvekirinan dimeşîne, û berê gelê Iranê ber bi çarenûsa reş û cenga berdewma ve dajo.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 kanûna paşîn 2020