Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, êrîşên terorîstî yên îro roja yekşemê li dijî du dêrên herdu bajarên Iskenderiyê û Tenta li Misrê çêbûn û kuştin û birîndarbûna xelkê Misrê yên bira şermezar dike.
Ev tawan hovîtî û kirêtiya ramanên wan terorîstan diyar dike, nemaze ku wan sivîlên bêguneh di helkefteke olî de li cihên xwedaperistiyê armanc kirine, û ev riftar hovîtiya wan tawankaran dide xuyakirin.
Hevbendî bi navê xwe û yê gelê Sûriyê rawestana xwe li tenişt gelê Misrê bi sercem pêkhateyên wê ve tekez dike, ji bo li hember tawanên terorîstî derkeve , û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û saxiya bilez ji birîndaran re dixwaze.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
9 nîsan 2017