Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî daxuyaniyên Wezîrê derve yê Rûsya derbarê kesên beşdar di kongirê Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê li Riyadê, yê wê roja çarşembê 22 çêriya paşî dest pê bike, pirotesto dike, û Hevbendî tekez dike ku ew daxuyanî redkirî û cihê mixabiniyê ne, û kongir bo karûbarê Sûrî ye, taybetmendiya miletê Sûrî bi tenê ye, û ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatiye mêvandarîkirin.
Hevbendî tekez dike ku giringîdanek Erebî û navdewletî bi kongir heye, û nûnerên 30 dewletan wê di destpêkirina wî de amade bibin, û hewildana Rûsya ji bo roleke xwe ya taybet diyar bike, hewildaneke xerabkirinê ye, ji bo ziyanê bigehîne yekîtiya hevrikiyê û kongir têk bide, û ew têwerdana di karûbarê navxweyî yê Sûrî de redkirî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
21.11.2017