Thursday, 07 November 2019 00:00

Hevbendiyê Daxwaza Civîneke Awarte ya Encûmena Ewlekariyê Derbarê Idlibê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Êrîşên terorîstî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve li ser gundewarên Idlib, Heleb û Latikyê ketiye qonaxek nû ya tawanên qirkirin û wêrankirinê, û pêdivî bi rengek bilez û aktiv bi navbeynkariyeke navdewletî heye.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li Encûmena Ewlekariyê dike ku civîneke awarte lidar bixe da pêşkeftinên heyî li ber çav bigire û gavên pêwîst bavêje ji bo rawestandina êrîş û gulebarana sîstematîk li ser taxên niştecîyan li wan deveran, û her tiştî bike ji bo parastina sivîlan.

Di çend rojên borî de, bajar, gund û bajarokên deverê hatin topbarankirin, di nav de taxên niştecî, navendên parastina sivîl, dibistan û nexweşxane hatin topbarankirin, û bû sedema wêranîyên berfireh, û ketina bi dehên şehîd û birîndaran.

Hevbendî careke din teqez dike ku êrîşên rêjîmê û hevalbendên wê li ser deverên sivîl li hundur û derdorê Idlib dibin, tawanên şer yên pilankirî ne, ku li radeya yekem tên bi armanca kuştin û koçberkirina sivîlan, û ji erkên civaka navdewletî ye, bi berpirsiyariya xwe rabe bi riya saziyên xwe yên fermî, li ser tiştên diqewimin, bi taybetî derbarê rawestandina tawanên şer û darizandina tawanbaran.

Hevbendî têkiliyan bi şander û nûnerên aliyên navdewletî re dike, û me giringiya rabûna dewletên bi bandor bi rola xwe ji bo pêkanîna fişarên rastîn û bilez û standina rêşûnên pratîk ji bo rawestandina kampanya niha diyar kiriye.

Serbilindî ji bo şehîdan û başî ji birîndaran, azadiya ji girtiyan re,

Bijî Sûriya û gelê wê azad û serfirazî.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

07.11.2019

Home Agahî Hevbendiyê Daxwaza Civîneke Awarte ya Encûmena Ewlekariyê Derbarê Idlibê Dike