Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Serederiya li gel serê rêjîmê û saziyên tewankariyê yên ku ew birêve dibe, ne rawestan e li rex Sûriyan, lê sekna li kêleka tewankarê ku Sûriyan dikuje ye, û dê dîrok vê reftarê tomar bike, û gelên Ereb yên ku pişta şoreşa Sûrî dijî stemkaran girtin, yên ku em di her helkeftê de spasya xwe ji wan re dubare dikin, ticarî tê nabuhûrin.
Di vê rewşa ku derbas dibe û guhertin têde çêdibin, divê em hin ji bûyerên tirsnak yên ku Sûriya di deh salên bûrî de têre derbas bûye, di bîra gelên cîhanê û desthilatên wan de çi yên dost bin çi yên bira bin bînin, da careke din em wê tabloya li ser rêjîma kuştin û derbiderkirinê û çekên kîmawî û bermîlên teqîner û tewankariyên berdewam dijî gelê Sûriyê ya ku hin jê dixwazin bi xwe bidin jibîrkirin dubare bikin, ev rêjîm sedema kuştina nêzî milyonek ji hemwelatiyên Sûrî ye, û ew yekser berpirsyar e di ber koçberkirina nêzî 12 milyon kesên din ji deverên wan, û bajar û gundên wan bi erdêve rast kirin û hîn jî zêdetir ji 250 hezarî ji wan di zindan û girtîgehên tirsnak de binçavkirî ne, ew girtîgehên ku wêneyên Qeyser nimûneyin ji wan in, her weha bisedên raporan û bihezarên belge û dîdevaniyan.
Çarenûsa Sûriyan ji vê rêjîmê re negiring e, û çi kirîza ku heye mîna ya vîrosa Korona ya ku wek bobelateke rasteqîn tê naskirin, rêjîm wê wek derfetekê ji bo veşartina tewankariyên xwe dibîne, her weha berdewamkirina kuştin û işkencekirinê di dema ku cîhan bi dîtina çareyekê ji bobelata Korona re mijûl e.
ji berê de ev rêjîm derwaza destêwerdana Îranê di welatên Ereban de ye, û alîkariya bi wê rêjîmê re wê têkeve bercewendiya wan destêwerdan de, her weha tevaya sedemên ku hiştin Komkara Erebî û dewletên wê têkiliyên xwe bi rêjîmê re bibirin û wê ji Komkara Erebî biqewitînin hîn jî lidar in, lê ew sedem mezintir jî bûne, ev tê wê wateyê ku alîkariya bi vê rêjîma tewankar re li dijî lihevkirina Erebî ye, û handan e ji rêjîmê re ji bo redkirina çareseriya siyasî ya daddar, û dijatî ye ji gelê Sûriyê re, û ew kar wan aliyiyan dikin dijî yasayên navdewletî yên ku daxwaza sizadana tewankaran û piştgirên wan dikin, tevlî Yasaya Qeser jî, ya ku dê herkesê hewil dide xwe ji van sizayan bide alî dide ber xwe.
Gelê Sûriyê îro li hundur û derveyî welat, herweha yên li girtîgehan û yên li kampan û yên li welatên penaberiyê, hewcedarên rawestana li gel wî ne, ne rawestana li gel kujerê wî, û em vê ji welatên dost û yên bira dixwazin.
Şikodarî ji şehîdan re,
Saxbûn ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi serbilindî û azadî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
28 adar 2020