Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ligor ajansa “Reuters” ku zincîrek ji komkujiyên hovane ji aliyê firokên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hevparî ligel milîsên “QSD” li ser bajarê Reqê li mawê 48 demjimêrên borî hatine pêkanîn û têde zêdetir ji 100 sivîlan hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî van tawanan şermezar dike û Hevpeymaniya Navdewletî dibîne berpirsyar li hember ketina qurbaniyan di nav xelkên sivîl de, û wê dibîne berpirsyar li hember encamên bibin bi sedema piştgiriya wê ya berdewam bo milîsên berpirsyar di pêkanîna tawanên şer de.
Ku bombebarankirina esmanî û ya bejikê ya bitewş bi dirêjahiya çend heyvên borî li ser bajarê Reqê û gundewarê wê bûye sedemê peydabûna pêlên koçberiyê û peydabûna tirs û ajawegeriyê, hevdem ku hêjî bi deh hezaran sivîl hatine dorpêçkirin li taxên dibin destê rêxistina “DAIŞ” de, û rastî gefên dijwar dibin û ketina di navbera sindanê rêxistina DAIŞ ya terorîst û çakûçê milîsên “QSD de yên têne piştgirîkirin ji Hevpeyman Navdewletî.
Ev tawan dikeve li ser zincîra tawanên şer yên dibin di derheqa sivîlan de yên yasa navdewletî binpë dikin.
Ku dijberiya terorê nabe bibe bi rêka armanckirina sivîlan û nabe bi rêka pêşkêşkirina piştgiriyê ji awayên din yên terorê re, ku hîç pêşbîniyek bo dîtina çareseriya siyasî nabe ji berê yekalîkirina helwesta navdewletî li hember çavkaniya terorê ya ji rijêma Esed pêktê, ku ew berpirsiyarê sereke ye di ber belavbûna terorê di Sûriya û navçeyê de ye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
23 tebax 2017