Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rûsya berdewam e li ser propagandaya xwe ji derew û gotinên rejîm re, bi riya hemû hewldanên xwe ji bo belavkirina tevlîhevî û veşartina rastiyan ta gihiştina astengkirin u jinavbirina hewldanên siyasî.
Di dema borî de, milîsên Îranê kom dibûn li derdora Heleb û Idlibê, wek hewldanekê ji bo peydakirina hincetan û binpêkirina peymana Idlibê.
Hevdem ku Rûsya kar dike ji bo veşartina van binpêkirinan bi riya dezgehên xwe yên siyasî û medyayî ji bo yasakirina tawanên rejîmê, û piştguhxistina berpirsiyariya wê di ber bikaranîna çekên kîmyayî de zêdetir ji 140 carî.
Armanc ji propagandaya kîmyayî berî lidarxistina civîna Astana ya çaverêkirî eşkere ne, ku rêjîm û Rûsya û Îran dixwazin kaxetan tevlîhev bikin û civînê ji naveroka wê vala bikin, û armancên wê yên ji bo vegera danûstandinên Cinêvê û hewldanên ji bo çareseriya siyasî dûrî rastiyê bixin.
Rejîma Esed gelê Sûriyê dorpêç kiriye bi piştgiriya Rûsya û Îranê, û bi sedhezaran kes hatine girtin û kuştin, û bi milyonan hatine koçberkirin di riya bikaranîna gelek rêbazên, ji bermîlên teqîner ta bi çekên kîmyayî, hevdem ku her ciheke hebe berdewam ji aliyê rejîmê û mîlîsên terorîst yên Îranê tê bombebarankirin, û komkujî li her derê tên pêkanîna ji bo berjewendiyên wan, ji serê çend salan ve van karan dikin, û niha li Helebê ev kirde têne kirin ji bo koçberkirin û tirsandina xelkê wê.
Êş û derdên xelkê Sûriyê û tawanên li dijî wan têne pêkanîn dikevin stûyê hemû dinyayê de, û em hemû binpêkirin û tawanan dişopînin, û em bi rastgoyî li hemberî wan disekinin, û ev yek me han dide li ser pêdiviya dubarekirina aktivkirina Komîsyona Navnetewî ya hevbeş û raguhestina fayilê hemû tawanên li Sûriyê dibin ji Dadgeha Ceza ya Navnetewî re, û sizakirina herî dijwar ji hemû kesên ku destê wan di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de heye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
26 Mijdar, 2018