Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi baldêrî operasiyona leşkerî ya Emerîka, Birîtanya û Ferensa şopand û ya ko bihngeha rêjîmê ya leşkerî amanc kir ya ko demeke dirêj e ji bo kuştina miletê Sûrî û wêrankirina faterên jiyan wî terxan kiriye.
Hevbendiya Niştimanî dibîne di operasiyonê de pêngaveke giring e ber bi hilkirina leperûşkên rêjîmê û têkbirina karînên wê yên ko bo bombebarana bajarên Sûrî bi hemû cûreyên çekan ji wan jî yên qedexeya navdewletî ne terxan kiriye.
Hevbendî li ser giringiya berdewambûna operasiyonê tekez kir, heta ko amancên xwe pêk bîne ji bo nehêle rêjîm û hevalbendên wê ji milîtanên tiroristî çekên li rex wan li dijî sivîlan, ji wan jî bombebarana asmanî û ya topê û bombeyên napalm û bombeyên fosforî û bermîlên teqîner û bombeyên gaza kilora jehir û gaza Sarîn bikar bînin.
Di heman çaxî de Hevbendiya Niştimanî bêlayenkirina sivîlan di operasiyonê de daxwaz kir, û hemû karînan bikar bîne bo wan biparêzin, û nehêlin ko rêjîm û milîtanên tirorist wan wek mertala mirovî bikar bînin, Hevbendî tekez dike ko giring e amanca hevpeymanî neçarekirina rêjîmê û Îran û Rûsya bike li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena ewlehiyê 2118. 2254 bi çavdêriya Netewên yekgirtî ko pirosêsa siyasî û bêmerc bipejirînin.
Hevbendî rewşa bûyî dike huştê rêjîma Esed û hevalbendên wê bi sedema berdewambûna wan di bikaranîna tawankariyên kuştin, wêrankirin û koçkirina kotekî, û dibêje civaka navdewletî berpirse ko wan ber bi dadweriyê de bişîne û helwesteke yekbûyî bête standin ji bo tawankarên cengê berpirsên rêjîmê li pêşberî dadgeha tawankariyên navdewletî amade bikin, ji bo ji tawankarên din re bibin nimûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Ragehandinî
14.04.2018