Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi sedema du teqînên tiroristî yên di heman demê de, duhî 18 heyva sibatê bi roj li navenda bajarê Idlibê, 17 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûne, wek bizavekê ji bo dîmenên mirinê û tawankarî û kuştinê bînin ber çavan, û ew operasiyoneke plankirî ye.
Ev tawankarî tekez dike ko pevçûn bi rêjîma Esed û tiroristiyê re heman şerê aloz e, û ew bi dawî nabe eger rêjîma tawankariyan û rêkxistinên tiroristî ji kok ve neyêne rakirin, û kaniyên tiroristiyê zuha nebin, û yên piştgiriya wê dikin têk neçin, û nehêlin delîveyê bibînin da dîsa rehên xwe berdin.
Ji Civaka navdewletî bi hemû aliyên xwe ve tê xwestin ko ev tawankariya hovane pirotesto bikin, û tevbigerin tako piştgiriya çareseriya siyasî bikin, ko bi vê yekê wekû lêvegerê lê bikin û ew tenê dikare tiroristiyê û rêjîma piştgiriya wê dike têk bide, û çavdêrên tiroristiyê ko çi amancên wan bin rê li ber wan bên girtin.
Pêdiviya Rewşê bi çareseriyeke navdewletî heye, û ne tenê li tiroristiya rêjîma Esed û tiroristiya rêkxistinên tiroristî û milîtanên tundrew temaşe bikin, ko ew rojane canê sivîlan têk dibin.
Aliyên ko ji vê teqînê re plan kirine, amanca wan peydakirina bêserûberiyê ye, û hewil didin ko bi nerênî bandorê li çareseriya siyasî bikin, û giring e civaka navdewletî bersivê bide û bi helwestine tund bi biryarên navdewletî pabend bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandinê
19.02.2019