Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, hişiyarî da metirsiyên guhnedana rewşa kampa Elrukban, û tiştê ku dê çêbibin ji ber kêmbûna xwarin û tunebûna guhdana tendurustî di kampê de, nemaze di dema metirsiya bêtara Vîrosê Korona de.
Û Hevbendiyê rêxistin û desteyên navdewletî û di serî de Netewên Yekbûyî û Saziya Tendurustiya Cîhanî agahdar kirin ku ew derbarê sivîlên di kampa başûrê Sûriyê de berpisyarin.
Derdora 20 hezar koçber û derbiderî êşê di bin siya tinebûna guhdana bijîşkî, û karmendên li kampê dixebitin bi karûbarên tendurstî radibin bêyê hebûna ti nojdaran.
Hevbendiya Niştimanî cext li ser pêwîstiya dabînkirina hewcedariyên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî aniye ziman derbarê dabînkirina nekêmtir ji 10 bijîşkan bi taybetmendiyên diyar kir, û girîngiya amedekirina nexweşxaneyke rêkûpêk li kampê, û amedekirina alavên xweparastina kesayetî ji Vîrosê bo sivîlên di wir de dorpêçkirî, û bi ser de çareserkirina hin piroblêmên girêdayê bi ava vexwarin û kazînan û dabînkirina derman û rêkûpêkkirna helmetên rahênan û hişyariyê li ser vê bêtarê û şêweyên xweparastinê, û amedekirina laboratoran ji bo tehlîlên sereke, û amadekirina mîkanîzmekên taqîkirina kesên gumana pêketina Vîrosê li wan heye.
Rewşa di kampê de pir xerab e, jiber ku bêtirî salekê ye û ew bi temamî hatiye dorpêçkirin, û aliyê Urdunê kartêkirinên xwe yî sînorî pir zehmet kirine û weke çawa ku sînor girtî be kirî.
Rewşa tendurustiyê û jiyana hin nexwaşên di kampê de di bin metirsiya mirinê de ne, û çarenûsa wê ya lezgîn bi rengekî taybet li ser milê tevgera saziyan û desteyên berpisyar dimîne .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
18 nîsan 2020