Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêzên rejîmê, bi piştgiriya balafirên dagîrkariya Rûsî û milîsên Îranê her ji duh êvarê (duşemê 29 nîsanê) dest bi êrîşekê li dijî deverên deşta bakur-rojavayê Hamayê kiriye, bi topbarankirina bajar û bajarokên Al-Lataminah û Alhbit û Kafr Zita û Qel’et Almidîq, tevî bi dehan gund û bajarokên din.
Ji aliyê çalakvan û tîmên parastina sîvîl ve hat diyaririn ku dever bi zêdetir ji 375 top û mûşekan hat armackirin, ji bilî nêzîkî 30 êrîşên asîmanî li ser taxên welatiyên sivîl û rêyên giştî yên di navbera gund û bajarokan de.
Di vê Kampanya leşkerî de gelek şehîd û birîndar ketin di Kefrenbaudh û Al-Lataminah de, ku ev di rastiya xwe de pêvajoyeke koçberiya girseyî ye, ku hemû xelkên bajarê Kefrenbaudh bi neçarî ji ber topbaranê derbider bûn, tevî koçberkirina bi hezaran ji niştecîhên bajarokê Qel’et Almidiq û bajarokên din, ku bû sedema peydabûna pêleka kocberiya ber bi bakur de.
Destêwerdaneke bilez ji civaka navnetewî tê xwestin ji bo rewş aloztir nebe, û divê kar bibe ji bo spandina fişaran ji bo rawestandina vê kampanya tewankarî ya bi awayekî serekî li dijî welatiyên sivîl û valakirina deverên wan e.
Êrîşa duh, êrîşek ji êrîşên berdewam e yên bê rawestan li dijî Idlibê û Hamayê dibin, ji bo binpêkirina peymana Idlibê û Beyana Cenevê, hevdem ligel bêdengiya civaka navnetewî û têşikestina wê di erkên xwe de li hemberî pêkanîna ewlehiyê û parastina sivîlan.
Hevbendî dakokiyê li ser pêwîstîya xebata aliyên kartêker dike ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl, bi taybetî jin û zarokên li Idlib û Hamayê, ji bo rawestandina ji bombebarankirinê û kocberkirina bi darê zorê ya girseyî ya niha li ser erdê dibe, û ji bo rê li ber ketina şehîdên zêdetir bigire.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30.04.2019