Lêdwaneke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê tekez dike ku operasyona koçberkirinê ya ku jê re tê plankirin derheqê welatiyên sivîl li taxa We΄ir ya dorpêçkirî binpêkirneke eşkere ye ji agirbestê re, ya li Enqera di 29ê çileyê pêşîn sala 2016 hatibû îmzekirin.
Wê rêkeftinê tekezî li ser kontrolkirina heraliyekî ji deverên xwe re kiribû, û pêwîstiya derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî û pêkanîna agirbesteke giştî.
Hevdem hêzên rejîmê, li jêr sîwaneke Rûsî û aliyên din yên piştevan jê re û bi beşdarbûna milîsên terrorist ên Îranê tevahiya xalan binpê kirin, û ew tax bi bermîlên teqîner û bombeyên topxaneyê bombebaran kir.
Û êrîşî karwanên alîkariyên Navnetewî yên ku wê çûbana wê taxê kirin û revandin, û niha karê koçberkirina xelkê wê li ber çavê cîhanê dike.
Hevbendiya Niştîmanî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û Şanderê Navdewletî yê taybet kir ku bi berpirsyaretiyên xwe derbarê tawana koçberkirina ku niha li taxa We΄ir rû dide rabin, û bilez vê yekê rawestînin û mana xelkê wê taxê li cihê wan dabîn bikin.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş Û Dijberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
14 adarê 2017