Daxuyaniyeke rojnamevanî
Ligel berdewamiya hevkariya serkeftî ya di navbera Komîteya bilind ya Hecê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê, û Wezareta Hac û Umrah li Erebistana Siudî de, herdu aliyan rêşûnên qeydkirina18 hezar heciyên Sûriyê temam kirin, amadekariyên seferê ligor civanên çûnê yên rêkeftin li ser hatibûn kirin bidawî bûn.
Rêkeftin hat li ser ku nêzîkî 850 tîmên pizîşkî bi kalîte û tîmên kargêrî yên pispor yên komîteya Bilind ya Hacê ku ligel heciyan ji bo koordînasyon û karûbarên wan, û ji bo çavdêrî û pêşkêşkirina guhdarî û xizmetan ji heciyan bi timamî.
Sal li pey sal, û bi saya hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de bi deh hezaran ji heciyên Sûriyê karîne ferza Hacê pêk bînin, bê cidahî yan bijartin, bi rêya hemahengiya di asta bilind de, dûr ji hemû rêbertiya siyasî.
Careke din Hevbendiya Niştimanî supasdariya şahê Si’ûdî, xizmetkarê du mizgeftên Pîroz û Hikûmeta Erebistana Siudî dike, li ser hewldanên ji bo xizmeta heciyan bi giştî, bi taybetî ji bo pêşewazî û alîkariya pêwîst ji bo heciyên Sûrî nemaze di mercên zehmet de yên Sûriya têde derbas dibe
Em bawer dikin ku demsala heca îsal dê bibe demsaleke serkeftî bi heza Xwedê, û bi saya hewldanên berdewam û pêşveçûna berdewam li ser dabînkirina xizmetguzarî û rêxistina kar.
Hewldanên mezin ji aliyê Erebistana Siudî li ser xwedîkirina heciyan, dimîne cihê rêz û siyanetê, û Hevbendiya Niştimanî dê bimîne berdewam li ser hevkarî û hevahengiyê ligel wezareta Hacê, ji bo misogerkirin û dabînkirina xizmetguzarî û çavdêriya tekûz ji bo heciyên Sûrî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30 cehzeran (June) 2018