Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ji aliyê balafirên hevpeymaniya Navdewletî duh bi şev êrîşek li ser kargeha qeşayê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat pêkanîn, û li gor raportan, di encamê de komkujiyek mezin hat pêkanîn, û têde bi dehan sivîl hatin kuştin, ku hêjî hejmareke tekez ji şehîd û birîndaran re tune ye.
Ew serjimêriya ji aliyê çalakvanên mafên mirovan û çavkaniyan ve gav bi gav zêde dibe, û diyar dibe ku rewşa gelek birîndaran metirsîdar e, di van şert û mercên zehmet de ji tinebûna xizmetên tenduristîyê û nebûna kêmtirîn derman û alavên pizîşkî yên pêwîst.
Hevpeymaniya navdewletî netenê bi şikestina xwe di warê parastina welatiyên sivîl ji êrîşên rêjîmê û Rûsya û tawanên çekdarên Îranê, û nekarîna xwe ya bicihanîna biryarên Netewên Yekbûyî yên derbarê rawestandina kuştina li Sûriyê mukur nayê, di heman demê de em dibînin îro di kuştina xelkê Sûriyê û wêrankirina malên wan de beşdar dibe.
Di dema ku hemû awayên armanckirina sivîlan cihê pirotestokirin û şermezarkirin ye, bêxemiya derbarê xwîna xelkê û nestandina tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan, cihê rexne û şermezarkirinê ye, û ev tewanên dubar dibin, diyar dikin ku Hevpeymaniya Navnetewî giringiya pêwîst nade parastina sivîlan di êrîşên xwe de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûrî, hemû dewletên hevpeymaniya navdewletî berpirsyar dibîne ji aliyê qanûnî ve li hember hemû tawan û binpêkirinên wan, û daxwaza lêpirsîneke lezgîn li ser vê komkujiyê dike, û dadgehkirina kesên berpirsiyar, û daxwaza rawestandina êrîşên li dijî welatiyên sivîl bi hinceta şerê li dijî terorê dike, di demekê de ku dihêle rejîm û milîsên pasdarên îranî kuştin û terror û wêrankariyan li seranserî Sûriyê pêkbînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê Û Ragihandinê
13 tîrmeh 2018