Êrîşkariya hovane ya ji aliyê hêzên rejîmê û balafiran Rûsyayê li ser navçeyên deşta Hema û Idlib û Helebê, di çend demjimêrên bûrî de, bi kêmanî bû sedema kuştina 5 kesan, ligel birîndarbûna bi dehan kesên din.
Bombebarana hovane ya li ser deverên nişteciyan û bikaranîna bermîlên teqîner û bombeyên deaktîv û napalim, bûye tiştek berdewam di dema têkçûna rejîmê li ser erdê.
Êrîşên bejayî yên rejîmê û hevalbendên wê li dijî Idlib û Hemayê û hewldana ji bo vekirina xaleke lawaz li derekê berdewam dişike, û dîsa tekez dike ku dubarekirina tiştên bûyîn li deverên din li vê deverê çênabe.
Berxwedana şervanan li ser çeperan qayim û mukum e, û ew li ser erdê ferz dikin û ziyanên mezin digehînin hêzên dijmin, lê ti fişarên navnetewî li dijmin nabin û nayên hişyarkirin ji berdewamiya armanckirina sivîlan û êrîşên li dijî wan û komkujî û tawanên şer li dijî wan.
Armancên rejîmê ji pişt van êrîşên berdewam û komkujiyan ji bo tengasîkirina çareseriyan û parastina rewşa aloz in, û ji holêrakirina hewldanên çareseriya siyasî ne bi her awayekî berdest.
Bendewariya navdewletî dê bibe fakter ji bo alozkirina rewşê, û dê bûyer ber bi tunekirin û rijandina xwînek zêdetir biçin, ku tê wateya ku divê dewletên xudan bandor bi berpirsyariyên xwe rabin û bi awayekî tevayî kar bikin ji bo çalakkirin mekanîzmeke navdewletî ya rawestandina kuştin û tawankariyê li dijî xelkê Sûriyê, û sepandina mercên serkeftina proseya çareseriya siyasî ya li gor biryara 2254, ya ku têde bidestanîna gelê Sûriyeyê ji mafên xwe yê bi temamî ji bo azadî û dadwerî û hemwelatiya wekhev û demokrasiyê misoger dike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
5 tîrmeh 2019