Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di 27 heyva cehzeranê de sala 1980, di zindana Tedmur de ya li biyabanê li nêzîk bajarê Tedmurê li badiya Sûrî, rêjîmê mezintirîn kuştar derheqê Sûriyan de pêkanî.
Hûrbîniyên tekûz yên kuştarê heta roja îro nehatine xuyakirin, lê pêzanînên berdest tekez dikin ko 1100 girtî hatine gulebarankirin û bombeyên destî jî bi destê endamên Seraya Eldîfa’h yên bi ser rêjîmê ve hatine bikaranîn, û rêjîmê li pey wê kuştareke din di 19 çileyê pêşî 1980 pêkanî, têde 120 keç û jinên Sûrî li zindana Tedmur gulebaran kirin û di goreke komel de hatin binaxkirin.
Ew kuştarên mezin parek in ji zincîreke kuştarên ko rêjîma malbata Esed derheqê Sûriyan de pêktîne, û hêj jî berdewam e piştî destpêkirina şoreşa Sûrî sala 2011ê , û ev tekez dike ku qehremanên Sûrî xweragir in û bend şikandine û hewildanên rêjîmê û piştgirên wê têkbirin.
Miletê Sûrî beraberiya mîratekî tawankarî yê malbata Elesed dikin, ji gava ko Hafiz desthilatdarî û zorbazî kir û heta bigihê tawankariyên wêrisê wî Beşar yê ko derheqê sivîlan de pêktîne. Ev tawankarî û binpêkirin hemû hewcedarî ko bêne aşkerekirin, û navê hemû pakrewan û qurbaniyan bên belgekirin, û berpirsiyar li pêşberî dadgehên daddar bêne dadgehkirin û siza bibin.
Eger tawankariyên rêjîmê derheqê şoreşgeran, wî mejiyê tawankarî û kuştinê li dev rijîmê tekez dikin, her weha xweragiriya şoreşa Sûriyan û beraberiya wan di rûyê zordariyê de ji nû ve, ew nîşaneke ko ew evîndarên azadî û dadî û rûmetê ne, û ji mafê wan e ji vê rijêma tewankar rizgar bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
28.06.2017