Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, piştgiriya xwe ji xelkên Deraa re li dijî hêzên rêjîmê tekez dike, û civaka navdewletî hişyariy dike , ku rêjîm nîrên heyî derfet bibîne û dest bi oparasiyoneke leşkerî li parêzgeha Deraa bike.
Hemû xwepêşandan û mangirtinên ku li Horan derketine, li dijî milîsên Îranî û hebûna wan a leşkerî li deverê ne.
Tevgera leşkerî ya rêjîm li başûrê dike û anîna milîsên Îranî û belavkirina wan li heremê gaveke ber destpêkirina şer de ye, û em dibînin ku destpêka rewşeke metrsîdar e.
Rêjîm bi van hewildanan nikare bale û karîsta ku bi serê Sûriya de aniye veşêre, û wê gelê Sûrî di berxwedana xwe de berdewam be, û sere xwe ji stemkariyê û kuştina ji hêla rêjîmê ve re danayne.
Xwepêşindanên Deraa hatin da ku tekez bikin ku xetîra Şoreşê hîn di dil û mejiyê ciwanan de dadayî ye, û evîndariya wan ji azadî û rûmetê re berdewam e, û wê armanca Şoreşa wan bi ser bikeve.
Hevbendî radghîne ku baweriya wê bi rîsipiyên Deraa tê, û piştgiriya xwe ji wan û nerîn û biryarên wan re tekez dike, û hişyariyê dide derbarê xapên rêjîmê û binpêkirinên wê ji lihevkirinan re.
Di dawiyê de Hevbendî dozê li hemû aliyên sereke di civaka Navdewletî de dike, da ku bi pêrabûnên xwe li dijî gavên ku rêjîm amdekariyê jê re dike rabin, da rewş têkneçe û bêserûberî peyda nebe.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandinê Û Pêwendiyan
15 gulan 2020