Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî binpêkirinên milîsên Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD”ê di derheqa Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk û daxistina bargeha wê li Hesekê û kilîtkirina wê bi zincîranan û mûma sor û hewlên bêdengkirina her dengekî rikber ji desthilata Bişar re şermezar dike.
Ev zêdegavî yên li bin ferman û yadeştnameyên neyasayî ji aliyê hin rêxistinên ku nûnertiya gelê Sûriyê nakin, û rêzê li îradeya gel nagirin, hevdem tên ligel yad û bîranîna şoreşa gelê Sûriyê ya ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe, û herwiha ev zêdegavî rol û erkê van rêxistinan yê bi tepeserkirinê û xizmetkirina Rijêma kuştin û zordariyê li dijî mafên gelê Sûriyê û azadiya raderbirînê eşkere dike.
Hevbendiya Niştimanî van tawanan û herwiha yên li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî şermezar dike, û hişyariyê dide wan aliyên gunehkar ku nêzîk bûye ew roja ku xelkê Sûriyê mafên xwe bi temamî bidest bînin û bi dadgehkirina her kesê bi tawanan gunehbar rabin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
17 adar 2017