Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di dema vê şepola sir û seqema dijwar ya bi ser deverê de hatiye, penaberên sûrî li bakurê Sûriyê û Libnanê, bi taybetî yên li kampên devera Ersal ya bi berfê dorpêçkirî ye, tûşî derdeseriyeke din dibin ji ber kêmbûna mezin a sûtemeniyên germkirinê û keresteyên xwarinê, û ti pilanên kartêker ji bo alîkariya wan tune ne, di heman dema ku Libnan bi kirîza xwe ya aborî ya tund ve mijûl e.
Bêtir ji 9 kesan, di herdû hefteyên vê dawiyê de, li kampan, ji sermayê mirine, û hîn jî pêlên derbideriyê ji gundewarên Idlib û Helebê berdewam in, û rapora Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ya doh pênşembê derketiye; dibêje ku 167 kes, 77 zarok di nav wan de hene, ji heyva adara 2011an de ta niha ji serayê mirine.
Bisedhezaran ji penaberên sûrî li kampên Ersal ji berê de di rewşeke pir dijwar de dijîn, û ew niha hewcedarî piştgiriyeke awarte ne ji bo derbaskirina vê dema dijwar, herweha alîkirina wan di riya dabînkirina piştgiriyek berdewam re, da karibin jiyaneke ku hewcedariyên bingehîn tê de hebin bijîn.
Tevlî rewşa pir dijwar, û tevlî ku mal û zeviyên wan tenê çend kîlometran ji wan dûr in, penaberên sûrî yên li Ersal xweragiriyê li hember rewşa dijwar dikin, û naxwazin vegerin bin siya rijêma sitemkar û terorêst, û li benda peydabûna rewşeke guncav in ji bo vegereke hêmin û birûmet bo welatekî mafên wan tê de parastî be.
Ji desthilata Libnanê û civaka navdewletî û saziyên navdewletî û yên hawarçûnê, tê xwestina ku yekser tevbigerin ji bo rizgarkirina sûriyan û deverên din ên ji ber rewşa seqayê ziyan li wan bûye, ji bo dabînkirina sotemeniyên germkirinaê û keresteyên hewarçûnê û piştgiriya pizîşkî ya pêwîst di zûtirîn dem de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
7 adar 2020