Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di dema şepola dijwar ya sir û seqemê de li deverê, penaberên sûrî li bakurê Sûriyê û Libnanê, û bi taybetî li kampên devera Ersal, ya ku bi berfê dorpêçkirî ye, rastî derdeseriyeke din dibin ji ber kêmbûna mezin a sotemeniyan û madeyên xwarinê, û ti pilanên rastyeqîn ji bo alîkariya wan tune ne, û Libnan bi kirîza xwe ya abûrî ve mijûl e.
Bêtir ji 9 kesan li kampên Ersalê di herû hefteyên bûrî de jiyana xwe idest dane, di dema berdewamiya pêlên derbiderbûna sivîlan li gundewarên Idlib û Helebê, û rapora doh pêncşembê, ya Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, amaje dike ku 167 kesên sûrî jiyana xwe ji ber sermayê jidst dane, 77 zarok di nav wan de hene.
Bidehên Hezaran penaberên sûrî ku I berê de jî di rewşeke mirovahî ya xerab de diiyan, niha hewcedarî alîkariyên bilez û awarte ne, ji bo bûrandina vê qonaxa diwar, her weha alîkirina wan ji bo bidestxistina alîkariyên berdewam wek hewcedariyên jiyanê yên bingehîn.
Tevlî rewşa dijwar û pir tund, û tevlî ku mal û zeviyên wan tenê çend kîlometreyan dûr in, lê penaberên Ersal vegera bin destê rijêma stemkar û terrorist red dikin, û li hember dijwariya jiyanê xweradigirin, û li benda peydabûna rewşên guncayî ne, ji bo vegereke aram û serbilindî bo welatê xwe yê maf rûmeta wan biparêz e.
Ji desthilata Libnanê û civaka navdewletî herweha saziyên navdewletî yên hewarçûnê tê xwestin ku yekser û bilez tevbigerin ji bo dabînkirin hewcedariyên giring ji bo rizgarkirina Sûriyan, herweha ji bo deverên din jî yên ku ziyan ji ber rewşa seqayê li wan bûye, û dabînkirina madeyên hewarçûnê û pişgiriya pizîşkî ya pêwîst di zûtirîn dem de ji wan re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
14 sibat 2020