Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Sûriya û cîhana Erebî bejneke bilind û feylesûfekî nûjenîxwaz jidest da, bizavek mezin kir da pencemuhra xwe ya taybet di warê raman û zanînê de bihêle, herweha di warê dîsa-şêwekirina zemîneke dîrokî û zanistî bo dariştin û avakirina pirojeyê geşepêdanê yê milî , yê ji hindirê mirov dertê û li ser şaristaniya gerdûnî vekirî ye kar kir.
Bizava wî ne tenê di vê biwara zindîdar de bû, lê herdem rola wî di biwara rexneya rêjîma tekrew a gendel û dewleta ewlehiya têkçûyî ya ko rêjîma mezhebperest ew avakiriye hebû, û gava şoreşa Sûriyê dest pê kir dîsa xwe neda paş û sala 2011ê beşdarî di xwepêşindanan de kir, bo berdana girtiyan lêdan xwar û riswa bû û hat girtin, lê bizava xwe bo guherîna ji kokê ve kir, û kar bo avakirina dewleteke sivîl ya dîmuqratî û berdewam kir, da nerîna xwe diyar bike û li rêkê serkeftina şoreşa Sûriyê di nav zeviya mayûnan de û di nav metirsiya ko gefê li welat û yekîtiya civak û cografya wî dixwe xebitî.
Tev li gefan û hewildanên bêdengkirina evî dengê xuya û bibandor li ser nifşên peyapey, û ji qenciya wî bû jî ko wan di zanîngehên Sûrî û yên din de fêr bike, ma wefadar ji pirinsîb û baweriyên xwe re, nefspiçûk bû; mîna her zanyarekî ko nirxê mirov û rûmeta wî dizane.
xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandin û Medyayê
18.05.2019