Rapora Komîteya Netewên Yakbûyî Rêjîma Esed Şermezar Dike û Em Bendewarê Liveke Çalak Berve Sizakirnê ne

Daxuiyaniyeke Rojnamevanî

Rapora komîteya lêpirsîn û belgekirinê ya girêdayî Encûmana Mafên Mirovan di Netewên Yekbûyî de, ji bo belgekirina êşên ku zarok û jin û mêrên Sûriyê ji encama helmeta leşkerî ya rêjîmê û hevalbendên wê û milîsên pê re alîkar hat, û raporê careke din tiştên hemû zanin ku rêjîm berpisyar e ji ber tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê tekez kir, jiber zêdetir ji 50 êrîşên li ser dibistan û nexaweşxane û bazar û taxên nişteciyan di dema rapor li ser daxife hatin armanckirin.

Hevbendiya Niştimanî sipasiya tîma lêpirsînan dike, li ser belgekirina bi rengekî pîşekarî ji tewanên dermafê gelê Sûriyê pêk hatine re.

Di dema rapor rêjîma Esed û hevalbendên wê şermezar dike, û tewanên wan riswa dike, rapor şermeke ji doseya civaka navdewletî û saziyên wê re, yên ku bûne komîteyên serhejmarkirin û belgekirinê, bêyî ku karibin karekî cidî derbarê wan tewan û tewanbaran an derbarê qurbaniyan bikin.

Kêmasiyek sincî û exlaqî ye, dema sivîl li deverin berfireh herdem tûşî koçberkirin û îşkencekirin û kuştinê li ser destê hêzên rêjîmê û hevalbendên wê û mîlîşeyên terrorist yên pê ve girêdayî werin, herweha rastî kiryarên komikên tundrew werin, bêyî ku kes bi dirêjiya salan ji bo rizgarkirina wan bilive.

Hevbendiya Niştimanî cext dike ku rêxistina navdewletî û sazî û aliyên çalak têde û dewletên mezin, herdem hestên şokbûn û hevxemiyê diyar dikin, bêyî nizimtirîn hestên berpisyariyê bînin ziman, ew şêwe lewazbûna navdewletî ya tam diyar dike, tewankar gur dike daku zêdetir tewanan bike, kiryarê ku dihêle bi milyonan Sûrî li hundir û derve bipirsin ka kîjan alî ji ber parastin û rizgarkirina wan ve berpisyar e, dema ku hemû alî rijdin ku ji ber berpiyariyan birevin.

Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Civaka Navdewletî û Encûmana Ewlekariyê ya Navdewletî dike ku biryaran bistînin û gavên pêwîst li ser tevaya astên xwe derbarê tewanên raporê salix dane bavêjin.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan

8 tîrmeh 2020