Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi encamên raporta rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî ya dawî da, û daxwaz ji encûmena ewlehiyê û dewletên xwedan bandor kir ko li gora encaman tev bigerin, û pêngavên pêdivî bavêjin ji bo aliyê berpirsiyar siza bikin, wek pabendiyê bi biryarên xwe yên dibêjin emê bersivê bidin eger careke din çekên kîmawî hatin bikaranîn.
Hîna ji rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî tête xwestin, li gora wilayeta wê ya nû ko vê dawiyê karê wê firehtir bûye, aliyê berpirsiyar di ber êrîşan de destnîşan bike, û karê wê netenê tekezkirina bikaranîn an bikarneanîna çekên kîmawî be.
Hevbendiya Niştimanî dîsa tekeziyê li ser giringiya piştgiriya karê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî dike, û vekolîna di hemû bûyeran de dabîn bibe, û hevkariyê digel rêkxistinên mafnasiyê bike, yên Sûrî yên ko vekolîn di gelek kêşeyan de kirine ku rêkxistinên navdewletî di wan de kar nekirine, û berdewamkirina vekolînê tako aliyê berpirsiyar aşkere bibe, di pey re dadwerî derbatrê şehîd û birîndaran misoger bibe, û berpirsiyarên vê tawankariyê û yên din siza bikin, û nehêlin tawankariyên nû derheqê miletê Sûrî de çêbibin, çi bi çekên kîmawî an bi çekên din be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandinê0
3.03.2019